Wezîrê navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed niha di presskonferansekê de eşkere kir ku ev qedexeya hatûçû ya 48 seatî ku beriya niha hatibû ragihandin, heta seat 12 îşev berdewam dibe.
Rêber Ehmed eşkere kir ku piştî bi dawî hatina vê demê, desthilat ji parêzgaran re hatiye dayîn daku her parêzgar li gor şer û mercên parêzgeha xwe, biryarên nû derbikin û tedbîr û şîretên nû pêşkêşî xelkê bikin.
Nav hatî spasiya xelkê Kurdistanê û aliyên têkildar kir ku di dema 48 seatên derbasbûyî de bi başî pêbendî biryaran bûne.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin