Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema qedexeya derketina derve heta 15 rojên dîtir dirêj kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê dema dirêjkirina qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji bo parastina berjewendiyên giştî û zêdekirina li ser biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:
1- Dema qedexeya derketina derve li gorî biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an ji sibê ve heta 15 rojên dîtir hat dirêjkirin anku ji 07.30.2020’an heta 21.04.2020’an.
2- Li gorî benda 4’an a biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an jî dermanxaneyên çandinî û beyteriyê, dikanên sererastkirina parçeyên alavên çandiniyê (patoz, traktor û hwd) divê ji saet 5’ê berêvarê heta 1’ê sibeha roja din vekirî bin.
3- Bi vê biryarê kesên têkildar tên agahdarkirin
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin