Îran: Çalakiyên abûrî destpê dikin

zêdetir ji 55 hezar kesan bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di gotareke xwe de ragihand ku vê roja 11ê Nîsanê, ev kar û çalakiyên abûrî yên ku nabine sedema belav kirina Koronayê destpê dikin.

Ruhanî eşkere kiriye ku destpê kirina wan çalakiyên abûrî ne bi vê wateyêye ku dawî bi prosesa li mal mayînê tê, ne li mal mayîn didome.

Ruhanî behsa vê yekê kiriye ku vê îdareyên fermî yên Îranê jî dest bi karên xwe dikin û karmendên xwe ji 3 bo 1 kêm dikin û ji seat 7ê sibê heta 2 nîvroyê vekirî dibin.

Weke tê zanîn heta niha li Îranê bi giştî 55 hezar û 743 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 329 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

N: E.G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.