Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyameke de ku li ser pêgeha xwe ya li Twitterê belav kiriye spasiya xelkê Kurdistanê kiriye. Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Spasiya xelk û welatiyên Kurdistanê dikim ku li mal dimînin û pêbendî tedbîrên tendirostî ne.
Nêçîrvan Barzanî herwiha nivîsandiye: Spasiya taybetî ya hêzên tendirostî, ewlekarî, pêşmerge, karmendên balefirxane, deriyên sînorî, karmendên dezgehên ragihandinê û tevahiya wan qehremanan dikim ku xwe naçemînin û li dijî Koronayê Kurdistan û gelê Kurd diparêzin dikim û em bi we serfirazin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin