5 aliyên şîe keseke din berbijêr dikin

duhê bişev civiyane û lihev kirine
کوردستان TV
100%

5 part û aliyên siyasî yên şîe yên ku di nava parlementoya 329 korsî ya Îraqê de xudan 106 korsîne, li ser berbijêr kirina Serokê dezgeha Îstîxbarata Îraqê di şûna Ednan Zurifî de bo postê Serokwezîriya Îraqê lihev kirine.

Çavkaniyên nûçeyan ji Îraqê behsa vê yekê dikin ku ev her 5 aliyên siyasî yên şîe dixwazin Serokê îstîxbarata Îraqê Mistefa Kazimî di şûna Ednan Zurifî de bo postê Serokwezîriya Îraqê berbijêr bikin.

Ev aliyên han di civîna xwe yaku duhê bi şev li mala Serokê hevpeymaniya Fetih Hadî Amerî de lidar xistine, li ser vê mijarê lihev kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.