Li Hewlêrê kargeheke mezin bo çê kirina maskan hat damezrandin

her meh dikare 10 miliyon maskeyan çê bike
کوردستان TV
100%

Odeya bazirganî ya parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de besa vê yekê kiriye ku kargeheke mezin ya bo çê kirina maskeyan (demamik) hatiye damezrandin û dest bi çê kirina maskan kiriye.

Li gor daxuyaniya han ev kargeh dikare di nava mehekê de herî kêm 10 miliyon mask çê bike û bixe xizmeta xelkê.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku ev kargeha han ji bilî çê kirina maskeyan dikare cilên taybet yên nûjdarî jî çê bike.

N: E.G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.