Jiber pêbend nebûnê li Hewlêrê hijmareke zêde welatî hatin girtin

pêbendî qedexeya hatûçûyê nebûne
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya Qamiqamiya Hewlêrê hêzên asayîş û polîsê li Hewlêrê dijî wan kesên ku pêbendî biryarên qedexeya hatûçû nebûne lidar xistine.

Li gor daxuyaniya han di encama operasiyona han de li Hewlêr û derdorê di nava 24 seatan de 231 kes hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku ev welatiyên han pêbendî biryara qedexeya hatûçû û tedbîrên tendirostî nebûne.

Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku ev welatiyên han vê werin cezakirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.