Berpirsekî hizbulahê hate kuştin

berpirsê tîmên ji nav birina sîxoran bûye
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Îranê belav kirk u şeva derbasbûyî berpirsekî mezin yê hizbulaha Libnanê hatiye kuştin.

Ajansa nûçeyan ya Îranê Fars belav kiriye ku şeva derbasbûyî li başûrê Libnanê çend kesên nenas êrîşî ser Serkirdeyê hizbulaha Libnanê Mihemed Elî Yûnis kirine û vî kuştine.

Jêder behsa vê yekê kiriye ku ti zaniyariyên zêdetir li ser çawetiya kuştina Yûnis li berdest nîne lêbelê Yûnis berpirsê tîmên ji nav birina sîxoran bûye.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.