Serokwezîr peyamek pêşkêşî xelkê kir

dibêje em dikarin bihevre di şerê dijî Koronayê de serkeftî bin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhê bi şev bi rêya twitterê peyamek pêşkêşî xelkê Kurdistanê kir û daxwaz ji xelkê kir daku bo parastina xwe û kesûkarên xwe li mal bimîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de eşkere kiriye ku jiber binpê kirina di rojên derbasbûyî de hijmara kesên ku bi Koronayê ketine zêde bûye jiber vê çendê biryar hate dayîn daku qedexeya hatûçû were dirêjkirin.

Mesrûr Barzanî herwiha nivîsandiye: Jiber pêbend nebûna xelkê bi tedbîran, hijmar zêde bûye lewre me biryara sepandina qedexeya hatûçûya giştî bo 2 rojan der kir.

Barzanî eşkere kiriye ku pêbend bûna xelkê bi qedexeya hatûçû  û ji mal derneketina xelkê bo rûbirû bûna Koronayê gelek girînge.

Barzanî behsa vê yekê kiriye ku xelkê Kurdistanê gelek rewşên dijwar derbas kiriye û hêvî dikim bi pêbendbûna xwe bihevre bikaribin di şerê dijî Koronayê de jî serkeftin bidest bixin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.