Tenê li Eyaleteke Amerîkayê de zêdetir ji 100 hezar kesan bi Koronayê ketine

nêzî 3 hezar kes jî canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Weke welatên din yên cîhanê, li Amerîkayê jî Korona gelek bilez belav dibe û heta niha hijmareke gelek zêde welatiyên Amerîkî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û hijmareke gelek zêde jî bi Koronayê ketine.

Di vê derbarê de çapemeniya Amerîkayê belav kir ku Waliyê New Yorkê Andrew Cuomo eşkere kiriye ku heta niha bi tenê li New Yorkê zêdetir ji 100 hezar welatî bi Koronayê ketine.

Andrew Cuomo herwiha eşkere kir ku li seraserê eyaleta New Yorkê heta niha jiber Koronayê bi giştî 2935 welatî canê xwe ji dest dane.

Beriya niha jî Serokê Amerîkayê diyar kiribû ku mimkune 100 hezar welatiyên Amerîkî jiber Koronayê canê xwe ji dest bidin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.