Korona li Îranê hîn jî xelkê dikuje

zêdetir ji 50 hezar kes bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên Îranî Korona hîn jî li Îranê hêza xwe didomîne û berdewame li ser kuştina xelkê.

Peyvdarê wezareta tendirostî ya Îranê Kiyanûş Cîhanpûr ragihand ku di nava 24 seatan de li seraserê Îranê bi giştî 124 kesên din ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Cîhanpûr herwiha eşkere kir ku heta niha li Îranê bi giştî 3 hezar û 160 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Nav hate diyar kir ku li Îranê bi giştî 50 hezar û 468 kes bi Koronayê ketine.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.