Hijmara miriyan li Amerîkayê zêde dibe

zêdetir ji 5 hezar kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Amerîkayê Korona li vê welatî gelek bilez belav dibe û hijmareke zêde welatî bi Koronayê ketine.

Jêderên Amerîkî behsa vê yekê kirine ku bi tenê di nava 24 seatan de 884 kesên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û bi vê rengî hijmara miriyan li Amerîkayê bûye 5 hezar û 116 kes.

Herwiha hate zanîn ku li Amerîkayê heta niha bi giştî 215 hezar û 417 kes bi Koronayê ketine.

Heta niha li sê eyaletên mezin yên Amerîkayê jî jiber Koronayê qedexeya hatûçû hatiye ragihandin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.