Birêveberatiya polîsê Hewlêrê ragihand ku hêzên polîs karîne di operasiyonê de du kes ku bazirganî bi madeyên narkotîk ( huşber) kirine binçav bikin.
Li gor daxuyaniya polîsê Hewlêrê eşkere kiriye ku di dema girtina wan her du kesan de dest bi ser hijmareke amûrên qedexe kirî weke demançe, kêr û bivêr jî hatiye girtin.
Herwiha tirimbîleke BMW jî ku tê de madeyên huşber hebûye, hatine desteserkirin û ev du kesên han jî piştî lêkolînên seretayî li xwe mokir hatine û vê radestî dadgehê werin kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin