Li Tirkiyeyê 18 nûjdar û karmendên tendirostî bi Koronayê ketine

dibêje hijmar gelek zêdetire
کوردستان TV
100%

Odeya nûjdarên Tirkiyeyê li Enqere ragihand ku li gor zaniyariyên berdestê wan herî kêm 18 nûjdar û karmendên tendirostî li Tirkiyeyê bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaiya odeya nûjdarên Tirkiyeyê ev hijmar hîn zêdetire lê heta niha bi Korona ketina wan 18 kesan hatiye piştrastkirin.

Ji aliyeke din ve wezareta tendirostî ya Tirkiyeyê belav kir ku heta niha 131 kes bi Koronayê mirine û nêzî 10 hezar kesên din jî bi Koronayê ketine.

Herwiha wezareta navxwe ya Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku tişta jê ditirsan bi serê wan hatiye û li seraserê Tirkiyeyê nêzî 20 gund, baxçe û wargeh jiber Koronayê hatine qerentînekirin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.