Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li serpêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro şeme 28/3/2020 piştî nîvroyê bi rêya telekonferansê me gerîndetiya civîneke taybet bo şîrove kirina rewşa abûrî û cîhbicîh kirina tedbîrên rûbirû bûna Koronayê kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên rewşa tendirostî û pilana hikûmet ya bo rûbirû bûna Korona û bandora Koronayê y abo ser abûriya herêma Kurdistanê û debezîna buhayê petrolê li bazarê cîhanê kir.
Her di heman civînê de me spasiya dezgehên têkildar yên hikûmetê kir ku bo parastina selametiya welatiyan tevahiya karînên xwe bi tevger kiriye û me tekez li ser dabîn kirina pêdiviyên rojane yên xelkê kir û me nîqaş derbarê karên komîteya erzaq, derman û berdewam bûna têkilî û hemahengiya li gel hikûmeta fedral kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin