Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku di berdewamiya prosesa cerbandinên nûjdariyê bo xelkê, der ketiye ku 9 welatiyên din yên Kurdistanê bi Koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku 8 welatî li Hewlêr û welatiyeke din jî li Helebceyê bi Koronayê ketine.
Wezaret diyar kiriye ku hijmara welatiyên ku di qerentîneyan de bûn 5 hezar û 273 kes bû, ku niha tenê 1422 kes li qerentîneyê de mane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin