Cîgira Serokê Îspanya bi vîrusa Korona ket

Îspanya duyem welatê Ewrûpiye ku rastî zirarên mezin hatiye
کوردستان TV
100%

Cîgira Serokê Îspanya Carmen Calvo bi vîrusa korona ket

Li gor nûçeyên çapemeniya cîhanê piştî cerbandinên nûjdariyê bo Cîgira Serokê Îspanyayê derketiye ku Cîgira Serokê Îspanyayê Cermen Calvo jî bi Koronayê ketiye.

Hikûmeta Îspanya ragihand ku rewşa Calvo yê 63 salî baş e.

Îtalya bi 7503 mirinên ji vîrusa korona welatê yekê yê cîhanê ye û Îspanya bi 3647 li dû di rêza duyê de ye.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Îspanya ketiye canê 49,515 kesan.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.