Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de amarên dawî yên taybet bi Koronayê bo raya giştî eşkere kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, li Hewlêrê 11 welatiyên din bi Koronayê ketine û li parêzgeha Silêmanî jî 7 kesên din bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî herwiha eşkere kiriye ku heta niha bi giştî li herêma Kurdistanê 103 kes bi Koronayê ketine, du welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 27 welatiyên ku bi Koronayê ketibûn piştî dermankirinê rewşa wan baş bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin