Trump: Tirkiye û Kurd li Sûriyeyê rêkeftin îmze kirin

dibêje her du aliyan rêkeftin îmze kiriye
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema beşdarî kirin di bernameyeke kanala Foxnews ya Amerîkî de nihêniyek eşkere kir.

Trump di axaftinên xwe de behsa nakokiyên navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê jî kir û anî ziman ku di destpêkê de min zext li Tirkiye û Kurdan kir daku bo aştiyê rêkeftinek îmze bikin lêbelê her du alî ev yek red kirin.

Trump eşkere kir ku min ji Erdogan re got: Bo min û bo Tirkiyeyê tişteke baş bike, rêkeftina aştiyê li gel Kurdan îmze bike, Erdogan di destpêkê ev yek red kir lê pişt re gotina min qebûl kir û li gel Kurdan li Sûriyeyê rêkeftina aştiyê îmze kir.

N: E. G

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.