Ruhanî: Qonaxa duyem gelek dijwar dibe

dibêje di qonaxa dudiyan de vê rastî zirarên gelek mezin bibin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî eşkere kiriye ku niha Îran hêdî hêdî qonaxa yekem ya Koronayê derbas dike.

Ruhanî eşkere kiriye ku raste di qonaxa yekem de rastî gelek zirarên canî û madî li pey bûye lê belê vê qonaxa dudiyan gelek dijwartir bibe.

Ruhanî diyar kiriye ku piştî dawî hatina bêhnvedana Newrozê  û vegeriyana xelkê vê qonaxa dudiyan ya Koronayê dest pê bike û vê qonaxa dudiyan jî gelek dijwartir bibe û Korona bileztir belav bibe.

Herwiha hate zanîn ku hikûmeta Îraqê biryara qedexeya hatûçû di navbera bajaran de ragehandiye.

Weke tê zanîn heta niha li Îranê 2077 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.