Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan jiber belavbûna vîrusa korona hemî operasyonên xwe rawestandine.
Fermandarîya HSD’ê bi daxuyanîyeke nivîskî diyar kir ku wan li ser banga Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres biryara rawestandina operasyonan daye.
HSD’ê bang li hemî hêzên din yên li Sûriyê kir ku agirbestê ragihînin.
Antonio Guterres li New Yorkê diyar kir ku divê herkes bala xwe bide ser têkoşîna dijî vîrusa korona.
‘’Çekan rawestînin, êrîşên bi topan bi dawî bikin, êrîşên esmanî bisekinînin.’’ Guterres gotibû.
Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Sûrîyê Geir Pedersen jî jiber vîrusa korona banga agirbestê kir
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin