Li gor daxuyaniyeke wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê duhê li Hewlêrê jiber pêbend nebûna wan bi buhayên soner kirinê, sê beşên soner kirinê li sê nexweşxaneyên taybetî hatine daxistin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku ev nexweşxaneyên han netenê pêbendî şîret û tedbîrên tendirostî nebûne belku buhaya soner kirinê jî bo nexweşan gelek giran kirine lewre bi fermana wezîrê tendirostî hatine daxistin.
Her duhê dermangeheke didanan jî jiber pêbend nebûn bi şîret û tedbîran hatiye daxistin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye gotin ku tîmên çavdêriyê yên tendirostî bi berdewamî digerin û cîhên tendirostî kontrol dikin û cîhên ku pêbend nebin anjî nirxan giran bikin tên daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin