12 kes li Hewlêrê bi Koronayê ketin

di nava 24 seatan de 22 kes bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostiya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê 12 welatiyên din bi Koronayê ketine.

Di daxuyaniya wezareta tendirostî de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev 12 kes şêniyên taxa Sêbîran ya li Rojavayê Hewlêrê ne .

Di berdewamiya daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku ev her 12 kes têkiliyên xwe li gel ev kesê hebûye ku beriya niha ji Îranê vegeriya bû û bi Koronayê ketibû lêbelê xwe bi tîmên tendirostî nedabû nasîn.

Wezaretê eşkere kiriye ku li gel wan 12 kesan di nava 24 seatên derbasbûyî de hijmara giştî ya kesên ku bi Koronayê ketine bûye 22 kes.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku heta niha li seraserê Kurdistanê bi giştî 76 kes bi Koronayê ketine ku ji wan 13 kes baş bûne û kesek jî canê xwe ji dest daye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.