Li Rojhilatê Kurdistanê 15 kes canê xwe ji dest dane

heta niha bi giştî 193 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê belav bûna vîrosa Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê didome û Korona di nava bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê de bilez belav dibe.

Di raporta navenda Hengawî de hatiye eşkere kirin ku bi tenê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê 15 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku nîviya zêdetir ya wan kesên ku di nava 24 seatan de canê xwe ji dest daye şêniyên Urmiyeyê bûne.

Hengaw di raporta xwe de behsa vê yekê jî kiriye ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 193 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.