Bajarokê Sedir hate qerentîne kirin

ji tirsa Koronayê ev bajarok hatiye qerentînekirin
کوردستان TV
100%

Bajarokê Sedir ya li Rojhilatê Bexdayê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye dorpêçkirin.

Ev pêngava han bo qerentîne kirina vê bajarokê ye û hêzên ewlekarî jî daxwaz ji şêniyên vê bajarokê kirine ku ji malên xwe dernekevin.

Ev yek jiber serdana hijmareke zêde ji xelkê tê ku bi mebesta tewaf kirina gora Îmam Mûsa Bin Cefer, hatiye kirin û aliyên têkildar ji vê ditirsin ku di nava tewafkaran ku beşeke zêde ji wan ji Îranê hatine Korona hebe.

Hêzên ewlekarî bi berbestên betonî deriyên vê bajarokê daxistine û rê nadin kes ji vê bajarokê derkeve û herwiha daxwaz ji xelkê dikin ku ji malên xwe dernekevin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.