Li Tirkiyeyê 4 kes canê xwe ji dest dan

li Tirkiyeyê jî Korona bilez belav dibe
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev wezîrê tendirostî yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca derbarê amarên dawî yên Koronayê li Tirkiyeyê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya han li Tirkiyeyê heta niha herî kêm 360 kes bi Koronayê ketine û 4 kesêndin jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Ji aliyeke din ve hin jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku amara miriyan û kesên ku bi Koronayê ketine gelek zêdetire. Hikûmeta Tirkiyeyê jî li dijî wan dezgeh û kesên ku behsa vê yekê dikin ku amar gelek zêdene, operasiyonên binçav kirinê daye destpêkirin û heta niha nêzî 20 kesan hatine girtin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.