Li Amerîkayê 97 kes canê xwe ji dest dane

heta niha97 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Navenda kontrol kirin û pêşî girtin ji nexweşiyan ya Amerîkayê ragihand ku Korona li Amerîkayê jî bilez belav dibe û hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin û kesên ku canê xwe ji dest didin zêdetir bûye.

Li gor daxuyaniya navenda CDC (kurtkiriya îngilîzî ya navê vê navendê ye) bi giştî 7 hezar û 87 kes li Amerîkayê bi Koronayê ketine û 97 welatiyên din jî ber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku Korona di nava kongrêsmanan de jî heye û heta niha kongrêsmanekî Amerîkî jî bi Koronayê ketiye.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.