Navenda ragehandina parêzgeha Hewlêrê belav kir ku ji êwara roja 16ê Adarê heta niha jiber pêbend nebûna ajovanan bi şîret û tedbîrên tendirostî û binpê kirina biryara qedexe bûna hatûçûyê, dest bi ser 76 tirimbîlên welatiyan hatiye girtin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye zelalkirin ku di heman çarçoveyê de dest li ser 83 belgename û tapoyên tirimbîlan jî hatiye girtin.
Parêzgariya Hewlêrê herwiha huşdarî daye welatiyan ku tekez kiriye her kes ku pêbendî şîretan bene vê were cezakirin.
Ji aliyeke din ve her îro wezareta navxwe ya Kurdistanê diyar kir ku her welatiyek ku pêbendî şîret û tedbîran nebe vê bi 100 hezar dîranan were cezakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin