Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunera Nedtewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nunera NY li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert behsa rewşa dawî ya Îraqê û hewldanên heyî yên bo berbijêr kirina keseke nû bo postê Serokwezîriya Îraqê kirin.
Her li ser vê mijarê her du alî tekez li ser giringiya aram kirina rewşa Îraqê û bersifdana daxwazên welatiyan kirin û anîn ziman ku lazime hikûmeta nû ku tê damezrandin berisifa daxwazên xelk bide û tevahiya mafên destûrî yên pêkhateyên din jî biparêze.
Liv û tevgerên DIŞIê, metirsiya dubare serhildana terorê û giringiya dom kirina hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya cîhanî bo Îraq û hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin