Hevjîna Serokwezîrê Îspanyayê bi Koronayê ketiye

rewşa wan başe û dibin çavdêriya nûjdarî dene
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya nivîsîngeha Serokwezîriya Îspanyayê, hevjîna Serokwezîr Pedro Sanchez ya bi navê Maria Begona Gomez Fernandez bi Koronayê ketiye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku niha rewşa wan ya tendirostî başe û di bin çavdêriya nûjdariyê dene.

Weke tê zanîn beriya niha Serokwezîrê Kanadayê jî bi Koronayê ketibû û pişt re hate diyarkirin ku hevjîna vî jî bi Koronayê ketiye.

Herwiha hate gotin ku biçûktirîn kesê ku heta niha bi Koronayê ketibe, zarokek biçûke ku ev çend roje li Brîtanyayê ji dayik bûye.

N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.