Li gundê Şêx Îs zarokek birîndar bû

duhê ev gundewar hatine topbarankirin
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirkiyeyê gundê Şêx Îs ê kantona Şehbayê topbaran kir û di encam de zarokekî 6 salî birîndar bû.

Gundê Şêx Îs ê girêdayî navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê duh ji aliyê artêşa Tirkiye û çeteyên wê yên xwe li bajarê Marî bi cih kirine, hate topbarankirin.

Li gor nûçeyeke anhayê di encama wê de zarokê bi navê Ehmed Osman (6) ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Ehmed ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya bajarokê Fafînê.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.