Naveroka peyama Serokwezîrê Kurdistanê

dibêje bi hevkariya xelkê û aliyên têkildar vê rewşa han were derbaskirin
کوردستان TV
100%

Îro serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê Koronayê de peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û mihriban

Welatiyên hêja

Dem baş

Dixwazim di vê derfetê de raste rast behsa debdîrên rûbirû bûna Koronayê bo we bikim.

Beriya her tiştekê spasiya we dikim ku pêbendî şîret û rêkarên tendirostî bûne ku di hefteyên derbasbûyî de bo selametiya we hatine stendin. Piştîvanî û hemahengiya we yên rêzdar gelek giringe bo pêşî girtin ji zêdetir belav bûna Koronayê.

Liwir lazime spasiya komîteya wezaretê bo rûbirû bûna Korona û aliyên din yên têkildar bikim, ku rexmî hewldanên xwe bo parastina  welatiyan, hevdem berdewamin li ser dabîn kirina pêdiviyên rojane yên xelkê û kontrol kirina bazaran. Di cêyê xwe de ye ku spasiya wezareta navxwe, hêzên polîs, ewlekarî, yekeyên îdarî û herwiha wezareta tendirostiyê bikim ku bi awayeke meydanî bi şev û roj di xizmeta welatiyan de berdewamin.

Spas û rêzdariya xwe pêşkêşî tîmên hawar hatinê, nûjdarî û perastaran dikim ku di rêzê pêş dene û jiyana xwe bo selametiya me dixin metirsiyê.

Eşkereye ku herêma Kurdistanê jî weke tevahiya deverên din yên cîhanê, rastî metirsiyeke çaverê nekirî bûy ku ev jî vîrosa Koronayê ye.

Hikûmeta herêma Kurdistanê beriya piraniya welatên cîhanê tedbîr û şîretên pêwîst yên tendirostî bo xwe parastinê derkir, bilez bûdceyeke hawar hatinê hat dabînkirin û pêngavên pêwîst bo pêşî girtin ji belav bûna Koronayê hatin avêtin. Rawestandina xwendinê li debistan, zanîngeh û peymangehan, kêm kirin û hinek car jî rawestandina kar kirina dezgehên fermî, sînordar kirina hatûçûyê li deriyên sînorî, nehêştina kombûnên giştî, cerbandina pîvana germiya leşê li balefirxane û deriyên sînorî de.

Piştî şîrove kirina rewşê, me biryar da daku hatûçûya navbera parêzgehên herêma Kurdistanê û hatûçûya navbera herêma Kurdistanê û parêzgehên din yên Îraqê were ragirtin ji bilî rewşên gelek taybet, niha em di rewşekê dene ku lazime hatûçûya nava bajar û bajarok û deveran jî were kêmkirin.

Welatiyên hêja

Em hewlên pêwîst bo parastina selametiya we bitevger dikin, ev tedbîrên ku hatine stendin û tên stendin tenê bo parastina we ne, bi taybetî qedexe kirina hatûçûyê bo vê yekê ye ku têkilî kêmtir bin û ew kesênku bi Koronayê ketine werin dîtin daku kesên din jî bi Koronayê nexin.

Em li hember we berpirsiyarin, hun jî li hember xwe, kesûkarên xwe û welatiyên din berpirsiyarin, jiber vê çendê eger em weke welatî û hikûmet li seraserê herêma Kurdistanê hevkar hev û du bin û şîretan cîhbicîh bikin, em dikarin pêşî ji belav bûna Koronayê bigirin û çiqas bi lez vê yekê jî bikin vê demê zûtir dikarin rewşa jiyanê normal bikin.

Ev vîrosa han ku li herêma Kurdistan û zêdetir ji 100 welatên cîhanê belav bûye, zirarên canî li pey xwe aniye, heta niha li herêmê 28 kes bi Koronayê ketine û welatiyek jî canê xwe ji dest daye, liwir sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên vî dikim û hêviya bilez başbûnê jî bo welatiyên din dixwazim.

Mixabin lazime bêjim ku bandorên nerênî yên vê rewşa han di rojên pêşiya me de vê zêdetir derkevin hole, lê rexmê vê jî her yek ji me dikare bo pêşî girtina Koronayê roleke ektîf hebe, ji ber vê çendê daxwaz ji we dikim pêbendî şîret û tedbîrên tendirostî bin û bi berdewamî destên xwe bison, hatûçû kêm bikin û heta dikarin di malên xwe de bimînin. Her gava we hest bi nîşaneyên Koronayê kir têkilî li gel hla gerim ya 122 deynin daku hevkariya we bikin û şîretên pêwîst pêşkêşî we bikin.

Welatiyên hêja

Metirsiyên vîrosê bo ser jiyana xelkê û herwiha bandora vê li ser rewşa abûrî gelek cidî û dijware, lê hun agehdarin ku di demên derbasbûyî de metrisiyên gelek mezintir rastî me hatine, mînak bi dehan caran rûbirûyê stem, dîktatorî û terorê bûne û me serkeftin bidest xistiye, lewre bawerim ku vê carê jî bi hevkarî kirina hev û du bi liber çav girtina şîretên tendirostî dikarin bi awayekî yekgirtî ew rewşa han ya dijwar jî derbas bikin.

Liwir daxwaz ji aliyên têkildar yên hikûmeta herêm û xudanên milk (xanû û dikanan) dikim di çarçoveya rewşa han de rewşa kirêdarên xwe liber çav bigirin daku her du alî bi hevbeşî tehemola ziraran bikin û erkê kirêdaran were sivêkkirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li stendina tedbîrên pêwîst bo rûbirû bûna Korona û bandora vê li ser abûriya herêma Kurdistanê, em tevahiya hewlên xwe bo parastina selametiya welatiyan bi tevger dikin jiber vê çendê jî daxwaz ji tevahiya aliyên siyasî dikim ku di vê mijarê de hevkar û piştîvanên me bin.

Di rojên pêş de dezgehên fermî yên hikûmetê qonax bi qonax we ji tedbîrên pêwîst bo rûbirû bûna Koronayê agehdar dikin.

Spas bo piştîvanî û berxwedana we

Hêvî dikim tevahiya we selamet û parastî bin û Kurdistan jî bihêz û awedantir be.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

14.3.2020

WN: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.