Piştî ku komîteya taybet ya rûbirû bûna Koronayê biryara qedexe bûna hatûçû di navbera bajar û parêzgehên Kurdistanê de der kir û ragihand ku ji bilî hêzên ewlekarî, tîmên tendirostî, tîmên dîplomatîkî û tîmên ser bi netewên yekgirtî kes nikare ji 14ê Adarê ve heta 28ê Adarê di navbera bajarên Kurdistanê de hatûçû bike, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê derbarê karê rojnamevanî de daxuyaniyek weşand û agehdarî da Rojnamevanan.
Li gor agehdariya han, her Rojnamevanek ku bixwaze bi mebesta karê rojnamevaniyê serdana bajar ya parêzgehek bike, lazime li gel tîma taybet ya rûbirû bûna Koronayê bikeve têkilî daku asankarî bo were kirin.
Eger tîma rûbirû bûna Koronayê asankarî nekir vê demê Rojnamevan dikare li gel sendîkaya Rojnamevanan bikeve têkilî daku asankarî jê re were kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin