Rojname û govarên PDKê bo demekê tên rawestandin

heta 26ê mehê nayên çapkirin
کوردستان TV
100%

Jiber vîrosa Koronayê çap û belav kirina hijmarek govar û rojnameyên partiya demokrata Kurdistanê hat rawestandin.

Di civînekê de ku îro bi gerînendetiya endamê mekteb siyasiya PDKê û berpirsê dezgeha rewşenbîrî û çapemeniya PDKê Mehmûd Mihemed hat lidarxistin, bi mebesta pêşî girtin ji Koronayê û di çarçoveya şîretên tendirostî de,biryar hate dayîn daku çap û belav kirina tevahiya govar û rojnameyên ser bi PDKê heta 26ê meha Adarê were rawestandin.

Her di heman civînê de biryar hatiye dayîn daku radiyo, telefiziyon û medyaya sosiyal ya PDKê karên xwe bidomînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.