Parlementoya Îraqê nûçeyek red dike

dibêje ti parlementer bi koronayê neketiye
کوردستان TV
100%

Piştî ku duhê hin jêderên çapemeniyê weke Spûtnîka Rûsî belav kiribûn ku 10 parlementerên parlementoya Îraqê bi Koronayê ketine, parlementoya Îraqê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Serokatiya parlementoya Îraqê de behsa vê yekê hatiye kirin ku nûçeyên behsa ketina parlementerên Îraqê bi Koronayê dikin dûrin ji rastiyê û ti parlementerek bi Koronayê neketiye.

Di berdewamiya daxuyaniya han dehatiye diyarkirin ku ti parlementerekî Îraqê jiber serdana xwe ya bo Îranê bi Koronayê neketiye.

Ajansa Spûtnîk behsa vê yekê kiribû ku parlementerekî Îraqê jê re diyar kiriye ku hijmarek parlementerên şîe ku serdana Îranê kirine bi vîrosê ketine.

Heta niha wezareta tendirostî ya Îraqê jî li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.