Îro Konsulusê Çînê yê li Hewlêrê Ny Rochî serdana wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û li gel wezîrê tendirostî civiya.
Piştî civînê wezîrê tendirostî yê hikûmeta herêma Kurdistanê D.R Saman Berzencî eşkere kir ku Konsulusê Çînê behsa vê yekê kiriye ku Komara Çîn amadeye bo rûbirû bûna Koronayê hevkariya herêma Kurdistanê bike û ezmûna xwe jî bixe xizmeta hikûmeta herêma Kurdistanê.
Berzencî herwiha eşkere kir ku niha tîmeke nûjdarî ya Çînê li Îraqê hewl bo hevkarî kirina hikûmeta herêma Kurdistanê û Îraqê dide.
Nav hatî herwiha diyar kir ku demek beriya niha hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaza hevkariyê ji Çînê kiribû û Çîn jî bersifa daxwaza han daye û amadeye hevkariya herêma Kurdistanê bike.
Berzencî anî ziman ku beriya niha Konsulusxaneya Çînê li herêma Kurdistanê zêdetir ji 200 hezar masik bo Çînê şandibû, vê demê Çîn pêdiviya xwe bi wan maskeyan hebû lê niha Kurdistan pêdiviya xwe bi hevkariyê heye lewre Çîn hinek pêdiviyên nûjdarî û hijmareke zêde masik bo Kurdistanê şandiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin