Çend kesan bi rêya kolandina tonelê 30 kîlo zêr dizîne.
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Soranê ragihand ku şeva derbasbûyî çend kes bi rêya kolandina tonelekê karîne ji dikana zêrfiroşek bi qasî 30 kîlo zêr bidizin.
Peyamnêrê me eşkere kir ku ev dizên han di bin dikanê de tonel lêdane û pişt re derbasî dikanê bûne.
Niha hêzên polîs yên Soranê lêkolînên xwe yên li ser çawetiya helkolandina tonelê û herwiha wan kesên ku ev zêr dizîne didomîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin