Ji sedî 40ê xelkê Tehranê bi koronayê ketiye

dibêje yek kes dikare di aynî demê de vîrosê bide çar kesan
كۆرۆنا
کوردستان TV
100%

Endamê komîteya rûbirû bûna Koronayê ya li Îranê Mesûd Merdanî ragihand ku mimkune ji sedî 30 heta sedî 40ê xelkê Tehranê bi Koronayê ketibe.

Mesûd Merdanî diyar kir ku jiber zêde serdan kirina nexweşxane û nexweşan li Tehranê tê payîn ku di nava du hefteyan de ji sedî 30 heta sedî 40 xelkê Tehranê bi Koronayê ketibe.

Nav hate eşkere kiriye ku yek kes ku bi vîrosê ketibe di eynî demê de dikare vîrosê bigehîne çar kesên din.

Tê gotin ku hijmara wan kesên ku li Îranê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane nêzî 1000 kese, lê çapemeniya fermî ya Îranê heta niha tiştek li ser vê yekê belav nekiriye û beriya çend rojan vîdyoyek ji yek ji nexweşxaneyên Tehranê hatibû weşandin ku têde derdike gelek cenaze di nava nexweşxaneyê dene, lê hate zanîn nûjdara ku ev yek belav kiriye ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin:

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.