Li gor çapemeniya Erebî şer û pevçûnên li Yemenê di navbera çekdarên Hûsî û hêzên hikûmetê de didome.
Çapemeniya Erebî belav kiriye ku duhê bişev li bajarê Hudeyde di navbera her du aliyan de şer destpê kiriye û heta îro dom kiriye.
Di encama şera han de 14 çekdarên Hûsî ku ji aliyê Îranê ve têne piştgîrî kirin hatine kuştin û 28 çekdarên din jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku çekdarên Husî duhê bi şev xwestine bi dizî ve bikevin nava sengerên hêzên hikûmetê, lê hêzên hikûmetê bersifa wan dane û di encam de 14 çekdar hatine kuştin û 28 çekarên din jî birîndar bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin