Hijmarek welatiyên qerentîne kirî vedigerin malên xwe

14 roj bû di qerentîneyê de bûn
کوردستان TV
100%

Hijmarek ji welatiyên Kurdistanê yên ku di dema derketina vîrosa Koronayê ji Îranê vegeriya bûn û ji aliyê tîmên tendirostî yên hikûmeta herêma Kurdistanê ve, bi mebesta kontrol kirin û pêşî girtin ji belav bûna Koronayê hatibûn qerentînekirin, vê îro vegerin malên xwe.

Di vê derbarê de Dr. Karwan Cemal ji Kurdistantvê re diyar kir ku beriya 14 rojan hijmareke welatiyên Kurd yên şêniyên Soran û Riwandizê yên ku ji Îranê vegeriya bûn bi mebesta pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê 14 rojan hatibûn qerentîne kirin, di dawî de der ket ku ev welatiyên han rewşa wan ya tendirostî başe û kes ji wan bi vîrosê neketiye lewre vê îro careke din cebandinên nûjdariyê bo wan werin kirin û pişt re jî ji qerentîneyên werin derxistin û bo malên xwe werin şandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.