Serokkomarê Îranê derbarê Koronayê de huşdarî dide

dibêje kontrol ji destê me der ketiye
کوردستان TV
100%

Piştî belav bûna vîrosa Koronayê li Îranê û mirina çendîn welatî û berpirsên Îranî bi vîrosa Koronayê îro çarşem Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî huşdarî da û got: Korona li seraserê Îranê belav bûye.

Ruhanî eşkere kiriye ku vîrosa Koronayê li tevahiya bajar û deverên Îranê belav bûye.

Li gor daxuyaniya Ruhanî û rayedarên din yên Îranê, niha kontrol ji dest der ketiye û rojane kesên nû bi vîrosê dikevin û kesên nû jî jiber vê vîrosê canê xwe ji dest didin.

Weke tê zanîn heta niha nêzî 5 rayedarên mezin yên Îranê bi vîrosê ketine û sê ji wan canê xwe ji dest dane, herwiha tê gotin ku hijmara welatiyên ku bi vîrosê jî canê xwe ji dest didin roj bi roj zêdetir dibe.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.