Yûnadem Kenna: Min ji Elawî re got serdana Barzanî bike

dibêje Elawî dixwest di şûna xelkê de biryar bide
کوردستان TV
100%

Serokê firaksiyona Rafideyin Yûnadem Kenna derbarê prosesa ava kirina hikûmeta Îraqê de diyar kir ku prosesa ava kirina hikûmeta Îraqê bi şaşî hat fêmkirin û hinek alî xwestin hikûmeteke tek alî ya mezbehî li Îraqê ava bikin.

Yûnadem Kenna eşkere kir ku di dema destpêka hevldanên Elawî de min rast rast daxwaz ji Elawî kir daku serdana Serok Barzanî bike û derbarê ava kirina hikûmetê de nêrîna Serok Barzanî jî verbigire lêbelê ev daxwaz nehat cîhbicîh kirin û Elawî xwest di şûna xelk û pêkhateyên din de biryar bide, ev yek ser negirt û Elawî jî serkeftî nebû.

Nav hatî eşkere kir ku me gelek hevl dan daku guhertin li Îraqê werin kirin lêbelê jiber pêbend nebûna Elawî bi hin rêçikan, prosesa ava kirina hikûmetê bêencam bû.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.