Serokê herêmê li gel şandeke NY civiya

şanda NY spasiya herêma Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Netewên Yekgirtî ya taybet bi lêkolîn kirina tawanên cengî yên terorîstên DIŞIê kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê û şanda NY behsa rewşa aware û koçberan, tawan û kiriyarên terorîstên DIŞIê û sedemên venegeriyana koçberan bo ser warên xwe kir û tekez li ser giringî dana zêdetir bi mafên pêkhateyan di destûra nû ya herêma Kurdistanê de kirin.

Di berdewamiya civînê de şanda mêwan bi awayekî kurt behsa serdana xwe ya bo Kurdistan û Îraqê kir û ragihand ku armanc ji vê serdana han ji nêz ve dîtina rewşa deverê, û herwiha serdanî kirina Şingal û deverên din yên ku di şerê DIŞIê de zirar ber wan ketiye û herwiha kom kirina belgeyane li ser tawanên terorîstên DIŞIê û dîtina kesûkarên qurbaniyên destê DIŞIê û kom kirina belgeyên tawanane bo darizandina tawanbaran.

Şanda mêwan herwiha stayîşa rol û hewldanên herêma Kurdistanê bo vehewandin û parastina hijmareke zêde aware û koçberan kir û hevkarî û hemahengiyên Kurdistanê jî li gel tîmên navnetewî yên taybet bi lêkolîn kirin li ser tawanên DIŞIê bi giring wesif kir.

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.