Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku vê îro civînek di navbera wezareta tendirostî û nivîsîngeha têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê û nuner û Konsulusên welatên biyanî li Kurdistanê de behsa rewş û amadekariyên herêma Kurdistanê bo pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê were kirin.
Saman Berzencî herwiha eşkere kir ku vê di civînê de daxwaz ji welatên cîhanî û civaka cîhanî were kirin daku bo rûbirû bûn û pêşî girtin ji vîrosa Koronayê hevkariya Kurdistanê bikin û amûrên taybet yên cerbandin û destnîşan kirina vîrosê bidin Kurdistanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin