Bi biryara wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê, hawirde kirina mirîşên cemidî bo Kurdistanê hatiye qedexekirin.
Îro wezîra çandiniyê û çavkaniyên avê ya hikûmeta Kurdistanê Bêgerd Talebanî îro di civînê de li gel xudanên qesabxane û navendên xudî kirina mirîşk û baldarên din yên li Kurdistanê de, ragihand ku bi mebesta piştgîrî kirina xudîkerên mirîşk û baldarên din yên navxweyî û herwiha bi mebesta parastina selametiya welatiyên Kurdistanê, biryar dane daku ji niha û pêda anîna mirîşkên cemidî ji welatên derdor bo Kurdistanê qedexe bikin.
Bêgerd Talebanî eşkere kiriye ku dixwazin bi vê biryarê kerta xudî kirina mirîşkan li Kurdistanê bihêztir bikin û pêşî ji anîna mirîşkên cemidî li welatên derdor ku piraniya wan dema goncaw bo bikar anînê derbas bûye, bigirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin