Li Silêmanî 32 kafe hatin daxistin

şîretên wezareta tendirostî cîhbicîh nekirine
کوردستان TV
100%

Komîte û tîmên hevbeş yên tendirostî û qamîmiqamiya Silêmanî belav kirin ku îro 32 kafe ku şîretên wezareta tendirostî yên taybet bi pêşî girtin ji vîrosa Koronayê cîhbicîh nekiribûn hatine daxistin.

Di daxuyaniyekê de hatiye eşkere kirin ku piştî daxistina wan 32 kafeyan, dozek li dijî xudanên wan jî hatiye vekirin û ev doza han bi mebesta cîhbicîh kirina karûbarên pêwîst yên zagonî, radestî dadgehê hatiye kirin.

Weke tê zanîn wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê bo pêşî girtin ji vîrosa Koronayê biryar dabû ku pêşkêş kirina nargîleyan li kafeyên Kurdistanê de qedexe be.

Herwiha tê zanîn ku li Silêmanî jî het aniha çend kes bi vîrosa Koronayê ketine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.