Li Idlibê leşkereke din yê Tirkiyeyê hate kuştin

di mehekê de 50 leşkerên Tirk hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê belav kir ku, îro dîsa leşkereke din yê Tirkî li Îdlibê hatiye kuştin û leşkereke din jî birîndar bûye.

Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê herwiha eşkere kiriye ku di encama topbaran kirina hêzên me ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve, leşkerekî me hatiye kuştin û leşkereke din jî birîndar bûye.

Weke tê zanîn ku bi tenê di meha Sibatê de bi giştî 50 leşkerên Tirkiyeyê li Îdilibê hatine kuştin û nêzî 100 leşkerên din yên Tirkiyeyê jî birîndar bûne.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.