Kilîseya Keldanî biryara daxistinê da

jiber xwe parastinê ye li hember koronayê
كەنیسە
کوردستان TV
100%

Piştî ku li Silmanî çar welatiyên Kurd yên ku ji Îranê vegeriya bûn jiber ketin bi vîrosa Koronayê ketin qerentîneyê, Kilîseya Keldanî ya cîhanê jî daxuyaniyek weşand.

Li gor daxuyaniya han Kilîse biryar daye bi mebesta xwe parastin ji vîrosa Koronayê û parastina selametiya welatiyan, nimêja komî ya Yekşemê neyê kirin û herwiha prosesa veguhastina hevjînan,( jin anîn)  û matemînî (teziye) jî were rawestandin.

Ji aliyeke din ve jî îro Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku li gel wezareta karûbarên olî û oldaran giftûgo li ser daxistina mizeftan, nimêjên bi kom û perseyan dikin vê di demeke nêz de biryarek li ser vê mijarê bidin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.