Elawî: Min nikarî kabîneya nû ava bikin

dibêje min nikarî kabîneya nû ava bikin daxwaza lêbûrînê dikim
کوردستان TV
100%

Berbijêrê pîwerdar  kirî bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê Mihemed Tofêq Elawî yaku biryar bû duhê dengdan li ser kabîneya vî were kirin, duhê direngiya şevê dev jikar vekêşa.

Elawî di nameya xwe de yaku pêşkêşî Serokkomarê Îraqê û raya giştî ya Îraqê kiriye ragihandiye ku daxwaza lêbûrînê dike ku nikariye kabîneya nû ava bike û dev ji vê pîwerdariyê ber dide.

Elawî herwiha eşkere kiriye ku çend aliyên siyasî yên Îraqê naxwazên li Îraqê guhertin çê bibe û alîkariya min nekirin lewre min jî dev ji kar berda.

Duhê biryar bû parlemen deng li ser kabîneya Elawî bide, lêbelê jiber temam nebûna hijmara qanûnî parlemen civîna xwe bo îro paş xistibû, lê direniya şevê Elawî dev jikar vekêşa.

Hêjayê gotinê ye ku Kurd, sune û beşek ji şîeyên Îraqê li dijî rêbaza Elawî ya bo diyar kirina wezîran û herwiha bernameya hikûmeta vî bûn û duhê di civîna parlementoyê de amade nebibûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.