Mesrûr Barzanî: Lazime Îraq rêj ji pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê bigire

dibêje têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinî dîrokîne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhê piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Urdinê, di hevpeyvîneke hevbeş de li gel çend dezgehên çapemeniyê yên Kurdî li Emanê ragihand ku lazime hikûmeta Îraqê rêz ji pêgeha destûrî  û siyasî ya herêma Kurdistanê bigire.

Derbarê şandina bûdceya herêma Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku şandina bûdceyê berdewam dibe û ti têkiliyeke şandina bûdceyê bi petrolê re tuneye û nehatina bûdceya herêma Kurdistanê di wan rojên derbasbûyî de jiber birêveberekî giştî bûye û ev kêşe hatiye çareserkirin.

Derbarê têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê de jî Barzanî diyar kir ku têkiliyên dîrokî di navbera Urdin û Kurdistanê de hene, dîroka wan têkiliyên vedigere bo serdema Nemir Mele Mistefa Barzanî û Melik Husên û pişt re jî ev têkiliyên han berdewam bûne heta îro. Niha têkiliyên bihêz di navbera her du aliyan de hene û di her demekê de hevkar û piştîvanê hev û du bûne, di şerê dijî DIŞIê de jî Urdin hevkariyeke baş pêşkêşî hêzên pêşmerge û xelkê Kurdistanê kiriye.

Derbarê vîrosa Koronayê de jî Serokwezîrê herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku Korona li gelek welatên cîhanê belav bûye, mimkune rast nebe ku em bêjim ev vîrosa han nagehêje Kurdistanê, tiştên pêwîst bo rûbirû bûna vîrosê û pêşî girtin ji belav bûna vîrosê li Kurdistanê de hatine kirin. Daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim ku pêbendî şîretên wezareta tendirostî bin.

N: E. G

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.